Dema em werin ser mirina Mehmed Uzun ev tişt dê bi awayeke dîrokî dîsa derkeve holê. Bi taybetî jî ew demên wî yên dawî gelek balkêş bûn. Nivîskarekî bi nav û deng ê kurdî, bi awayeke trajîk vedigere welatê xwe û gelek kes wek ku ew bi xwe nexweş ketibin li ber dikevin. Rojnameyên mezin bala xwe didin rewşa wî, malper, sazî, hunermen, nivîskar, siyasetmedar, bazarvan, xwendekar...
Yazının Türkçe'sini okumak için tıklayın.
Ferzan Şêr
ferzanser@gmail.com
Tiştê herî zor bi ya min kiryarên li pey miriyan e. Mirov çi bike tehmeke mirinê tê de ye. Lowma jî her û her hewl didim ji van kiryaran birevim. Ji bo vê sedemê jî nivîsandineke di derbarê Mehmed Uzun de bi minasebeta salvegera mirina wî heman tahmê dide min.
Beatriz Sarlo di berhema xwe ya bi navê Geçmiş Zaman: Bellek Kültürü ve Özneye Dönüş Üzerine Bir Tartışma (Dema Borî: Li Ser Çanda Bîrê û Vegerîna Li Kirdeyê Nîqaşek) de wiha dibêje: “beriya bîst salan di warê bîr û bîra kolektîf de tevgereke nûbûnê şax da û kirdeya ku di demên borî derhiştî maye ji nû ve raserbûna wê ji nû ve hat nasîn”. Navê vê nûbûnê “vejîna kirdeyê” ye. Lowma ez girîngî didim asmayîş û serboriyan. Hevnasîna min û Mehmed Uzun (Lê nenêrin ez wiha dibêjim, helbet hevnasîn ji du kiryaran pêktê. Û ne pêkan e ku Mehmed Uzun wekî şexs hemû xwînerên xwe nas bike. Lewra di vir de “havnaskirin” hevnaskirina berhem û xwîneran e.) bi kitêba wî ya Ruhun Gökkuşağı re despê dike.
Ruhun Gökkuşağı çarçoveya nivîskariya Mehmed Uzun pêkêşî me dike. Lowma têsîra wî ya li ser min gelek e. Belkî jî ji bo nivîsandina kurdî gava min a yekemîn bû, qe nebe ya dûyemîn bû. Di wan salên ku min ew berhem xwend de Uzun ji nexweşîneke bêderman dinaliya. Hatina wî, bertekên xwîneran li hemberî filan tevde “aura”yek qerase afirandibû. Ez ciwan bûm, yanî darê şîn ku bi her bayê re dikare ber bi derekî ve bitewe. Ji bo ciwanan, ji bo zarokan ji serdema gihiştinê de model girîng in. Di axaftineke me de birêz Arşevê Oskan di destpêkirina nivîsandina helbestê de têsîra rojmirina Cegerxwîn nîşan dikir. Li gor gotinên wî – û em jî dîroka nêz jî dizanin- dema Arşevê ciwan dîtiye ku bi hezaran mirov li pey darbesta Cegerxwîn dimeşin hay jê bûye ku qedr û qîmeteke nivîsandina kurdî heye. Ez bawerim di nivîsandina kurdî de –ku erebî nivîsandin li gor berjewendiya nivîskariyê hîn çêtir e- têsîra vê bûyerê gelek e. Dema em werin ser mirina Mehmed Uzun ev tişt dê bi awayeke dîrokî dîsa derkeve holê. Bi taybetî jî ew demên wî yên dawî gelek balkêş bûn. Nivîskarekî bi nav û deng ê kurdî, bi awayeke trajîk vedigere welatê xwe û gelek kes wek ku ew bi xwe nexweş ketibin li ber dikevin. Rojnameyên mezin bala xwe didin rewşa wî, malper, sazî, hunermen, nivîskar, siyasetmedar, bazarvan, xwendekar... di civakê çi reng mirov hebin giş bo wî di xemgîniyê de ne, tenduristiya wî bi baldarî dişopînin. Ez yek ji wan kesên bisiûd bûm ku bi çend hevalan re li êlihê li hemberî sînemaya Yilmaz Guney me standa “Hezkirina Mehmed Uzun” vekir. Bi sedan kes di lênûskên standê de ji bo Mehmed Uzun hezkirinên xwe, hestên dilên xwe nivîsandin. Ez û çend hevalên xwe me ew lênûsk gihand Mehmed Uzun. Ji pey vê mijarê hevalekî pêşniyar kir ku em hemû berhemên Mehmed Uzun bistînin û bixwînin- em ciwan in, her tişt pêkan e. Lê hevalê ku vê yekê pêşniyar dikir kurdî nizanibû, ku qesta wî jî xwendinê xwendina berhamên bi tirkî bû helbet. Min ev yek nepejirand.” Ger ev nivîskar vî qedrî bi nivîsandina kurdî dîtibe, divê mirov ew bi zimanê wî yê “têkoşînê” bixwîne ku hay ji wê têkoşîna wî hebe” min got. Ew roj me biqasî deh panzdeh ciwanên êlihê biryara çûna kursên zimanê kurdî da. Li pey wê kursê min dest bi derxistina kovarekî kurdî-tirkî kir. Di wê pêvajoyê de li zaningeha Bilgiyê di sala 2007ê ji bo Mehmed Uzun konferansek hat lidarxistin. Ji Yaşar Kemal heya Jale Parla, ji Maria Modig heya Azar Mohloujian gelek nivîskar û rewşenbîr amedebûn. Li wir cardin min mezinbûna Mehmed Uzun di metafora şexşê wî de mezinbûna kurdî hest kir. Ew roj min hest kir ku di zimanan de hiyerarşiyeke rasteqîn -helbet yên sazkirî hene- tune ye. Ew roj li wê civînê min mamosteyê xwe Jale Parla nas kir. Neha jî li zaningeha Bilgiyê li beşa Wêjeya Qomperatîv de di bin fêrdariya wê de lîsansa masterê dixwînim. Ji çîroka min a nivîsandina bi kurdî fahm dikim ku standa Mehmed Uzun berê min heya zaningeha Bilgiyê ve ajotiye.1
Nêrîna min a duyemîn jî saziya nivîskariya Mehmet Uzun e. Nivîskariya Mehmez Uzun di rojeva tirkiyê de wekî amûreke popûler hat bikaranîn. Li gor hemû derdorên nivîskaran ve Mehmed Uzun wekî avakara zimanê kurdî tê hesibandin. Ez tevlî vê nêrînê nabim, lê bi baweriya min jî nîqaşa vê jî ne ev nivîs e. Di warê romana kurdî de serdemek beriya Mehmed Uzun heye, serdemeke ne berhemdar be jî serdemeke dirêj heye. Belê bi dirêjbûna xwe jî wekî kevneşopiyekê nayê pejirandin. Û bi Mehmed Uzun jî kevneşopiyek çênebû, nehat afirandin. Lê serdema -wekî dem- ku Mehmed Uzun jî di wê demê ye ji bo romana kurdî geşedanek e. Di vê geşedanê de pareke mezin jî ya Mehmed Uzun e. Mehmed Uzun romana kurdî neafirand, zimanê kurdî jî neafirand, lê bi awayeke “pisporî” ji nifşên xwe yên berê veqetiya, helbet bi mîratan wan. Wî bi awayeke disîplîner û pergalî dest bi nivîsandina cureyekê bi navê romanê kir. Wekî gelek hemdemên xwe berê xwe da xeribiyê, lê ne wekî wan di nav xeribiyê de bi bayê xeribiyê ve heliya. Wekî kêm hemdemên xwe wî jî dest bi nivîsandina kurdî û pêşveçûneke takekesî kir. Wî xeribiyê nekir amûreke psikotik, na na ew pê baş jî nebû, Lê wekî ku Edward Said jî dibêje ew wekî “bav” dît. Giringiya Mehmed Uzun jî ji vir destpêdike. Wî ava cureyeke aîdê rojevayê ji kaniya wê vexwar. Ew av di heman demê de şêweyeke modern afirand. Çawa ku beriya Ahmet Hamdi Tanpinar gelek romanên tirkî hatibin nivîsandin û rexnegirên wêjeya tirkî modernizma tirkî bi Tanipinar didin despêkirin, modernizma roman kurdî jî bi ya min bi Mehmed Uzun û serdema wî re destpêdike û neha kesên mîna Hesenê Metê, Helîm Yûsiv (bi tîpên mezin), Firat Cewerî, Şener Ozmen û navên ku hey û hey dirêj dibe didome. Romanên beriya Mehmed Uzun û serdema wî xwe ji kevnoşopiyên destan û çîrokê neqetandibûn.
Ez romanbûna wan nîqaş nakim. Lê wekî şêwe, di şêweyê de taybetmedî hêmanên nivîskariya Mehmed Uzun in. Wekî din yek ji hêmayên biqewet a Mehmed Uzun jî saziya nivîskariyê ye. Wî nivîskariya xwe nivîskariyeke biçûk nedît. Tu carî nefsbiçûkî nekir. Gotinên mezin ku rastiyên xwe jî mezintir bûn, kirin. Diyardeya “romana kurdî min afirand, zimanê kurdî min afirand” filan tev ji vê nebûna nefbiçûkiyê tê. Lê bi vê helwestê xwe re nivîskariya kurdî di metefora şexsê xwe de gihand asteke girîng. Kitêbên wî li pey tirkî, bi gelek zimanan ve hatin wegerandin. Îro gelek kes henin ku bi saya navê Mehmed Uzun re hay ji wêjeya kurdî bûn. Bi zanîna wî ya zimanên biyanî, bi têkiliyên wî yên rewşenbîrî, bi xeribîbûna wî, bi dozên lê hatin vekirin tev li cihekî di nivîsandina kurdî de re israrkirina wî û di bazariya wî de pisporiya wî di afirandina saziya nivîskariyê de hêmayên bingehîn in.
Di cîhana wêjeyê de gelek nîviskar hene ku bêyî pêjna wan bibe bi başî û xerabî têk diçin, winda dibin. Lê Mehmed Uzun mohra xwe, deqa xwe li serdemekê xist. Rengekê li wêjeya kurdî kir. Him jiyana wî him berhemên wî riyên fireh bo wêjeya kurdî vekirin. Ez bawerim Mehmed Uzun çiqas ji nivîskarên beriya xwe sûd girtibe –em tirsa têsîrgirtinê binîn bîra xwe- yên li pey wî jî bi hişmendî an derhişî gelek sûd jê girtine, digrin jî. Ji bo vê mîratgiriya domdarî jî ez dibêm nivîskar tu carî namirin.